اخر الاخبار

KALBÛN


Dilê mın  konekî şînê  vegirt
Şîna  mirina xwe digrim
Di zurin hestên min ê mêr
Hawar hawar
Ciwanîya min xwe daleqand
Bila serê te sax bê dilê min ê kal…!
Li  dû  te man
Biharên zer,deşta birîndar
Hespê qemer  bê siwar
Poşmanîya dilê dildar
Bila serê te sax bê dilê min ê kal…!
Li  te bû hesret  
Hicra mizgeftan,dengê şêxan û melan
Hesabê  erd û milkan , ger a deran
Bejna tewandî,gopalê xwar ,çongên ralîyan
Nema tu bi hejmêrî nod û nehan
Bila serê te sax bê dilê min ê kal…!
Îbrahîm  ŞAHİN 

(15.01.12/AMED)

.facebook