اخر الاخبار

Taviyên tund bê piyar
Ji çavtariyên textlerizîn
Bi sirtî Hov barandin  
Bi gurika Êtûna wan
Hêlîn li ba çûn
Lem çilmisîn ber avêtin
Hin ji berên virnî birin
Şevbihûrkên dawerivî
Wêraniya ziyanên wan  
Diranxwînin bi encaman re di kenîn.   

Xanî neqebkir bê star
Bîçimên melûl
Dilên çilmisî
Çavên şkestî  
Toz ê bi bînahiyê veda   
Li pencereyan
Hêstir guldankan av didin
Xeyd bû dexel bejna xwe da
Ji her sihê vediciniqin
Pel weşandin
Qurmên ku ji ra di revin
Bûn hilgirê barxaneyên keda giran.

Kulafekên hovên kedî
Birînên bêbextiyê   
Termên tifalan
Zarok sêwiyên kolanan
Çav li dana destên gemar
Hoy mixabin
Bûkên bê şahî destvala man
Çend karxezal li ber koşeyan
Stewr hêlan
Yên destgirtî man bindar  
Çend karwan li rêyên dirêj
Bê serî bûn
Çend hawar bê bersiv man
Xewin ên liser sihlakê nivîsîn
Teyroka êgir hilandin
Konê xeman kenê vî warî jê revand

Pirs û bizav bê çareser bê pêjin çûn
Bejna xêzanî bilind bû
Wêraniya civakan li hev civiyan
Sitembaran xwe ragihand
Hîzîtî û guman têk çûn
Bayê pîstûriyê şirbûna tirsê
Ji war û gewdeyan revand
Pergal ên me
Komên hestiyan av didin
Pêmayên hilweşandî hildidin
Em bersivan pîne dikin
Dar ji xwînê bû daristan
Destaneyên mêrxasan vane bê hêjmar
Kêferata zayînê ye bizava wan
Welat jana kezebê ye
Tifal e vaye me vejand.  
19,01,12



 

.facebook