Di gumanên minda, pêwendiyên di navbera partîyên kurdî û xelkê kurd da, ne pêwendiyakî tendurustîye. Ev rewşa bi şêwakî beloq û aşkere di çawanîya li darxistina kongira niştîmanîya kurdî da hate xuyakirin. Yanî, ji mafê her partîyekî ye, ku nûnerên xwe destnîşan bikê bi şêweyên ew dixwazê, lê destnîşankirina endamên serbixwe, ne ji mafê ti partîyane ku ewjî bibne pişk di navbera partîyanda, evayajî tê wê wateyê, ku ew kesên bi navên serbixwe nayên jimartin ji serbixweyan. Tevî tiştên derbasbûyî, û ji ber rewşa sûrî ya nazîk û awarte, û pêvajoya şoreşê, xelkê kurd, eger ne bi tevayîbêjî, lê beşekî ferewane ji bo kongirê û encamên wîya netewî qayîlbûna xwe nîşan da, nemaze, ji encûmena niştîmanîra.
Lê tiştên balkêş, piştî ew rexneyên ji alî hinek partî û rewşenbîr û hevrêzên şoreşê da hatne ser partîyan û şêweya amedekarî bo li darxistina kongir, her weha, bi eynî şêwe û rêk konfiransa hewlêrê bi rê dikevê. Û her yek dizanê ku, sozên hebûn ji alîyê partîyanda, ku şêweya amedekarî ji bo li darxistina konfirnsê, dê bîtir rengê şêweyin demuqrasî bistînê, û nûnerên werne konfiransê, wê bi şêwakî hilbhjarte bêne destnîşankirin. Lê mixabin, tiştê bûyî li dûrî tiştên hatine ziman, û dîsa şêwe û rengê amedekarîya ji konfiransêra, bi min ji ya kongirê xerabtire. Wajî tê zanîn, ku partîyên encûmena niştîmanê kurdî ew desthilatin li ser biryarên encûmenê, û kesên serbixwe berikên şetrencêne bê biryar û bê desthilatin di hindirê encûmenêda.
Di virda, nehênîya li şûnmayîna partîyên ENK.S zelal dibê ku, ew di hindirê xweda bê saziyên demuqrain, û her wehajî, ji biryar û sazîyên demuqrat di xwe hildiçinin.