اخر الاخبار

Îro li paytexeta Herêma Kurdistanê, kongireya beşek ji Kurdên rojava yên li derveyî welêt dest pê kir.
Kongireya Kurdên rojava, ya ku ji aliyê Encumena Niştimanî ya Kurdî û bi piştgiriya hikûmeta herêmê tê lidarxistin, bi sirûda netweyî "Ey Reqîb" dest pê kir, di vekirina kongireyê de serokê herêmê, serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelek kesayetî û siyasetmedarên Kurdistanî amade ne.

Piştî peyama lijneya amdekar ya Kongireya Hewlêrê, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gotarek arasteyî amadebûyan û gelê rojavayê Kurdistanê kir û da zanîn ku “Kurdên rojava ji me re girîng in.”

Barzanî di dirêjaheiya gotinên xwe de, ji Kurdên rojava re ragehand ku: “Em dixwazin alîkariya we bikin, wesiyeta me ji we re jî ew e ku biryarên we dûr' tundûtîjiyê bin.” Barzanî mercê piştgirîkirina partiyên siyasî yên rojava weha anî zimên: “Mercê me bo piştgirîkirina we, yekrêziya we ye û hemû di bin sîwanê Kurdayetiyê de kar bikin.”

Li aliyekî din yê gotara xwe de, Barzanî şîret da partiyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê û weha got: “Xwe ji partîtiya teng dûr bixin.” Her weha li ser mafê Kurdan jî got: “Ew dem çû ku înkara gelê Kurd bê kirin.”
Tê zanîn ku di vê kongireyê de tê çaverêkirin ku Kurd hewl bidin ku yekrêziya xwe bihêz bikin û berev yekkirina helwesta xwe ve biçin, hin aliyên Kurdistanî jî ketine nava xebat û tevgerê da ku yekrêziya Kurdên rojava pêk bînin.

Hêjayî gotinê ye ku hin aliyên siyasî beşdareî vê kongireyê nebûne, di nava wan de jî Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ku rêxistineke wê ya mezin li rojava heye, her weha hin rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên rewşenbîrî jî rexneyên wan li ser awayê amadekirina kongireyê hene û beşdarî kongireyê nebûn.
Xendan

.facebook