
Guh bidin banga Ferat
Va rojê li we hilat
Va hat va hat
Va dema we hat
Ey gelê kezebşewat
Heta kengî kêferat
De rabin bikin xebat
Wek kesên jîr û jehat
Ji bo azadiya welat
Hemo bibin e lebat
Ava bikin nû civat
Ji bo kesên kêmlebat
Ji asman nayên xelat
Eger dixwazin felat
Li hev bikin e qinyat
Bê cudayî û bê lat
Çi partî çi kes çi malbat
Rabin li him ber balbat
Roj li we bibê hilat
Li himber zor û dûmat
Keç û xortên can polat
Li hev diyarî kin gul pat
Ava bikin civat û desthilat
Çi şêrîne ev welat
30-01-2012
F Yakoub
This e-mail address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it.