اخر الاخبار

Dawî nameka Şehîdekî .

Hawar û gelî û gazindên xwe

Ji gelê xwe dikir

Di dawî name da

Ji vî dilê şeyda

Min soza xwe da

Di rê ya te da

Can bikim feda

Li bajar û gunda

Min li berxweda

Ji dev te ber ne da

Bom çîrokek winda

 

Ax ji derdê te yarî

Çiqas tu dil sarî

Ne carek hezarî

Bo qêrîn û hawarî

Lê tu ne guhdarî

Bê xebat û karî

Her tim  gilîdarî

Di dawî name da

Ji vî dilê şeyda

Min biryara xwe da

Di rê ya te da

Can bikim feda

Li bajar û gunda

Min li berxweda

Ji dev te ber ne da

Bom çîrokek winda

Were li bendî te me

Va wext hat êdî deme

Li himber zordar

Ra be bêje ez heme

Xudanê xaka xwe me

Li pey doza xwe me

Ez jî weke te me

Qet ne kêmî te me

Di dawî name da

Ji vî dilê şeyda

Min soza xwe da

Di rê ya te da

Can bikim feda

Li bajar û gunda

Min li berxweda

Ji dev te ber ne da

Bom çîrokek winda

30-01-2012

F Yakoub

This e-mail address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it.

.facebook