- التفاصيل
-
المجموعة: Beşê Kurdî
-
نشر في الخميس, 09 شباط/فبراير 2012 08:15
Kurdistaniyên hêja!
Cihgîrê serokwezîrê Tirkan Bulent Arinç di 21.12.2011-de di Parlamena Tirkan de axaftinek gelek girîng kir û got, ku ewê mafê Kurdan çi ziman, çi perwerde û hemû mafên din bi guherîna zagon û qanûnan bidine wan. Ev axaftina Arinç kêfa hemû Kurdan anî û hêviyek da Kurdan ku ev niyeta wan ji dil de ye. Lê pir dem derbas nebû Arinç di 27.01.2012-an de li paytexta Kurdistanê li Amedê got, mamosteyên zimanê kurdî tinene, derfetên wan nînin perwerdeya bi zimanê kurdî bidin. Dewlet û hukumeta ku bixweze, dikare hemû tiştên ku ne mumkin bin pêk bîne. Tenê daxwaz girînge. Lê Arinç vê carê di 03.02.2012-an di televîzyona Tirkan-CNN-TURK de kete nava çewtiyeke dîrokî û got, “zimanê Kurdî ne zimanê medeniyetê ye” Arinç bi van gotinan niyeta xwe baş aşkere kir ku ewê li pê îdeolojiya primitiv ya ku wek hevanê xerab li ser şopa kalê xwe Misto Kemal bimeşin. Gazin, rexne û hawar ji camêran tê kirin. Vana ne camêrin. Hovîtî û talankerî karê wane. Divêt Kurd serên xwe baş biêşînin ku ew çawa dikarin vê rewşê ji bo xwe biguhirînin. Di vir de Kurdên Başûr dikarin alîkariya birayên xwe li Bakur bikin. Hukumeta Kurdistanê dikare projeyekê ji bo çend salan çêbike ku dewleta Tirk bê bihejîne. Di vir de jî niyeta desthilatiya Başûr girînge.
Heger desthilata Başûr bixweze, dikare qedera Kurdên Bakur di demeke kurt de biguherîne. An jî dewlemendên Kurd amade bin, ew jî dikarin rista xwe di vê rêya bi xêr de bilîzin. Ez bawerim mîlyarek dolar dê têr bike. Bakurî jî dikarin seferberiya hînbûna zimanê kurdî destpêbikin. Û heger saziyeke bi rêk û pêk dest bi kar bike, dikare li seranserê bakurê Kurdistanê û pêwistbe li li seranserê Tirkiyê jî kursên zimanê Kurdî vebike. Lê wisa tenê bi kursvekirinê kes dema xwe venaqetîne û nayên kursan. Mixabin ew neteweyatiya ku em di cîhanê de di nava milletan de dizanin, di nava kurdan de hên cihê xwe negirtiye. Lê heger ji bo beşdarbûnan û mamoysteyan pere bêne dayîn, dê bi milyonan Kurd di demeke pir kurt de nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî hînbibin. Evê jî bibe wek şîmaqek û li nava çavê mirovên wek Arinç û yên din bikeve.
Hemû hebûna Kurdan bi zimanê wan ve girêdayî ye. Çimkî tiştê ku wekî din Kurdan bi hev re girê bide mixabin nîne. Belê ola Kurdên Êzîdî oleke girînge. Lê piraniya Kurdan di nava ola îslamê de hatine helandin. Piraniya milletê me bi dilekî pak baweriya xwe bi ola îslamê aniye û îslam bûye perçeyek ji çand û toreya Kurdan.
Heger em nimûneyekê bidin, mirov nikare Kurdan û cihûyan wek hev bigire. Di navbera wan de cidahiyên cûrbecûr hene. Tiştê ku cihûyan bi hev re girê dide ola wane. Cihû li seranserê cîhanê hatine belavkirin û bi sedsalane li welatên cûrbecûr dijîn. Paşê ango di 1909-an de hatin Filîstîn û di pê 39 salan şûn de ji bo xwe dewletek damezirandin. Li welatên ku cihû hên jî lê dijîn li hemû çand, ziman û hûnera wan welatan xwedî dertên û wan welatan jî wek welatên xwe hêsab dikin. Piraniya cihûyên li welatên din dijîn zimanê Ibranî jî nizanin. Lê ola wan, wan bi hev re dikelîne. Lê Kurd tenê dikarin bi zimanê xwe ve bi hev re bikelin
FÛAD SÎPAN
Almaniya, 08.02.2012