اخر الاخبار

Ey asman

Sorgula min a qeşeng

Îro maye bê bêhn û reng

Li vê dunya xweş û şeng

Çira li min dikî asteng ?

Gula herkesî heftreng

Ya min tenê maye bedreng

Li hercar alî zeng zeng

Dilê min mina pereng

Gelê minê pir bi reng

Nakarê bibê yek reng

Bi zorî dikin pesdeng

Îro hejar û destteng

Maye li ber destê çavteng

Kesên zordar û perseng

Li ser me dikin şer û ceng

Dixwazim bibim çeleng

Dema min e çaxûbeng

Lê maye bê pişt û  bêçeng

Yên dîtir mane bêdeng

Ey asman gazind ne ji teye

Dem hatiye boye dereng

Lê belangazim  nabim çeleng

07-02-2012

This e-mail address is being protected from spambots. You need JavaScript enabled to view it.

.facebook