
Duh di dema xwepêşandanên seranserî Sûriyê de, bajar û navçeyên başûrê rojava tabloyên bi Kurdî hatin danîn, deselatê jî xwe li hember wê gavê negirt û îro tabloyên bi Kurdî daxistin.
Li piraniya bajar û navçeyên başûrê rojavayê, du tabloyên bi zaimanê Kurdî li ber devê bajaran hatin danîn û bo nimûne jî li Amûdê li ser tabloya yekemî li ber devê bajêr weha hatibû nivîsandin “Amdê bixêrhatina we dike.” Li çûnê jî li ser tabloyekê hatibû nivîsandin: “Amûdê spasiya serdana we dike.”
Di dema danîna tabloyan de, bi hezaran xwepêşander çûn ber devê bajarên xwe û ji bo danîna tabloyên bi zimanê Kurdî aheng gerandin û ev gavê ku ji aliyê Encumena Gel û saziya Zimanê Kurdî ve hatiye avêtin, bû cihê dilxweşiya gel.
Îr o jî hêzên ewlekariyê yên deselata Sûriyê xwe li hember wan tabloyan negirt û hemû tabloyên ku bi zimanê Kurdî hatine nivîsandin, şev borî daxistin û ev yek jî boye sedema hêrsa gel.
Li hember wê yekê jî, îro Insiyatîfa Gelê Kurd bang li gel kir ku dakeve qadan û bi awayekî aştiyane nerazîbûna xwe derbibire.
Tê zanîn ku beriya çend rojan Saziya Zimanê Kurdî û Encumena Gel bang li gelê Kurd kirin ku dengê xwe li dijî siyaseta Erebkirinê bilind bike û navên Kurdî vegerîne gund û bajarên xwe.
Xendan