اخر الاخبار

Hercar nabê bihar !

Yara te ya nazdar

Çavên reşî xumar

Îro dikê fîzar

Hirç û gur û keftar

Li ser dikin bazar

De wer bibe dîdar

Dil boye tar û mar

Li herçar alî û kinar

Çima lê naxe damar ?

Çira mayî bêzar ?

Tu bes bibe peyar

Li ber destê neyar

Rabe bibe siwar

Bi xwe bikêş hefsar

Ev dijminê pir har

Di dil da nîne piyar

Zivistana pir sar

Nêzîk dikê bihar

Va ji te re hat rozgar

Carek bide biryar

Tev hûn bibin  şiyar

Li hev bibin guhdar

Hev re bibin beşdar

Jo bo xatirê nazdar

Vî dilê tengezar

Evîndar û candar

Were bikin rizgar

Ji bin destê neyar

Berdêl

fîzar: giriyê hawarê

peyar: pion beydeq

piyar :dilovan mehriban rahim

rozgar :şens nesîb

tengezar: bi derd bi êş û tirs

13-02-2012

F Yakoub

 

.facebook