اخر الاخبار

Îro her du encumenên Kurdî yên ku xwe wek nûnerên Kurdên rojava dibînin, daxuyaniyeke hevbeş derxistin û mizgîniya Yekîtiya Kurdan ragehandin.
Di daxuyaniya hevbeş ya îro de, ku di navbera Encumena Nştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê EGRK de hatiye îmzekirin de, hate ragehandin ku Kurd û yekîtiya xwe biparêzin û wê rê nedin kesên ku parçebûna Kurdan dixwazin.
Di daxuyaniya hevbeş de, bal kişandin ser xebata hevbeş ya gelê rojava û yekîtiya gelê Kurd ku divê her kes li gor wê liv û tevgera xwe bike û ti alî rê nede ti kesî ku Kurdan ji hev dûr bixe, bi taybetî di xebata karekî û rojane de.
Her weha daxuyanî dide zanîn ku nabe ti alî navê aliyên din pîs bike û pêwîste: “Hemû sembol û nerîtên neteweyî yên Kurdan bên parastin.”
Di dawiya daxuyaniyê de, tê aşkirekirin ku her du encumen lijneyên xwe yên hevbeş li navçeyan dadimezirînin û bang li welaparêzan dikin ku alîkariya damezirandina wan lijnneyan bikin.    
Xendan

.facebook