Piştî şehîdkirina ciwanekî Kurd ji aliyê alîgirên rêjîmê û hêzên ewlekariyê ve, îro li Kobanê bi hezaran kes derketin kolanan û alaya Kurdistanê li ser avahiyên rêjîmê bilind kirin.
Duh li bajarê Komanê yê başûrê rojavayê Kurdistanê, şerek di navbera Kurdan û malbateke Ereb ku alîgirên rêjîmê ne, derketibû û hêzên ewlekariya asmanî jî piştgiriya wê malbatê kiribû, di encama şer de ciwanekî Kurd bi navê Farûq Îsa jiyana xwe ji dest da bû.
Di dema şehîdbûna ciwanê Kurd de jî, Kurdan êrişî baregeha ewlekariya asmanî kir û serokê baregehê ku bina Ebû Mu`iz tê naskirin, kuştin û 2 endamêm baregehê jî birîndar kirin. Her weha Însiyatîfa Gelê Azad li Kobanê daxuyaniyeke derxist û bi tundî şermezar kir û bang li rêjîmê kir ku: “Hemû baregeh û şaxên ewlekariya dewletê ji navçeya Kobanê vekişînem yan jî ew ê bibin armanca nerazîbûna gel.”
Ji bo biaxspartina Îsa, îro bi hezaran daketin qadan û alayên Kurdistanê li ser navendên Ba`isiya bilindkirin, alayên Be`isiyan jî daxistin.
Xendan