
Çiqas ji te dûrim
Birînên min wa kûrin
Herkesî dibînim
Lê ez weke korim
Ji ber go te nabînim
Ez wek har û dînim
Weke xewna şeva
Tu di bîra min da
Gava şiyar dibim
Ji ber min dibê winda
Kul û derdên cuda
Her mane di cîda
Nizanim çi bêjim
Ji Te ra ey Xuda
Ma min çi kiribo
Te wa bi min da
Hatin vemirandin
Ronahiya finda
Keç û xortên hêja
Koçber bon ji gunda
Ew agirê di dil da
Sar bibo ji mêjda
Çarek dî gur dibê
Ji nav dilê şeyda
Mîna pêlên deriya
Di hate ser min da
Rojên cejin û eyda
Çewa bibin peyda ?
Gava te bibînim
Azad dibim ji qeyda
16-02-2012
F Yakoub