- التفاصيل
-
المجموعة: Beşê Kurdî
-
نشر في السبت, 18 شباط/فبراير 2012 14:39

Kurdistaniyên hêja!
Serokkomarê Almanya Christian Wulff îstifa kir. Ev demeke dirêje li Alamnya hema hema ji sibê heya êvarê li ser serokkomarê Almanya tê axifitin. Di destpêkê de rojnama Alman “Bild Zeitung” derbarê xaniyê ku Wulff ji xwe re kirîbû nûçeyek belav kir ku ewî ji dosteka xwe kredît stendiye. Dema Wulff dibihîze ji wî mirovê ku li ser avahiya wî lêkolîn çêkiriye re telefon dike ku ew vê nûçeyê belav neke, heya ew ji serlêdana xwe ya li welatên Ereb vedigere. Ji ber ku rojnamegerê “Bild Zeitung” Kai Diekmann vê daxwaza wî napejirîne, loma Wulff cardin jê re telefon dike û di banda telefonê de hin gotinên ne li rê jêre dibêje. Paşê êdî destpêka gengeşiyeka dûr û dirêj çêbû û rojê carek tiştên berê di dema serokwezîrtiya Wulff de li herêma Saksonya Jêrîn de qewimîbûn derketin meydanê. Lê dîsa jî ew tawanbariyên li Wulff dihatin kirin bihayê ku li gorî qanûn û biryarên cezayê di derbarê wî de dawe bê vekirin tinebû. Çapemeniyê bi derziyan lêkolîn çêkirin ku Wulff tawanbar bikin û di dawiya dawîn de tiştek dîtin, goya Wulff wek serokwezîrê berê yê herêma Saksonya Jêrîn hin avantaj û derfetên dewletê ji bo şexsên xwe bikaraniye û sawciyê Hannover jî daxwazname ji Parlamena Almanya kir ku destnedayina (Immunity) wî ji Parlamenê bêye rakirin. Wulff jî li ser vê daxwaznameyê di 17.02.2012 de îstifa kir.
Bi dîtina min rastiya pirsgirêkê ne eve. Christian Wulff mirovekî gelek ji mihaciran-beyaniyan hez dike û di destpêka xaftina hilbijartina xwe de wek serokkomar bi berfirehî behsa întegrasyonê di navbera Almanan û mihacirên li Almanya dijîn kir; qîmet da wan. Ji xwe di dema serokwezîrtiya xwe de Wulff xanimek mihacir cara yekem di kabîneya xwe de kire wezîr. Ev bûyer li Almanya wek bûyerek dîrokî hate binavkirin.
Di 20 saliya salvegera roja yekîtiya Almanyayê de (03.10.2010-de); ev roja roja li hevhatin û yekbûna herdu perçên Almanya Rojhilat û Rojava ye, Cristian Wulff di axaftina xwe de got ku ola îslam jî êdî perçeyek ji civaka Almanya ye. Ev gotina wî bû destpêka dawiya kariyera wî. Gelek rexneyên tûj lê hatin kirin, lê ji ber ku wê hingê çapemeniyê nikaribû ji ber sedemên qada navneteweyî êrişî wî bike, loma derfeta vê dawiyê kete destê çapemeniyê ku êdî êrişî wî kirin û ew hate rencîde kirin. Ev jî dide xwuyakirin ku du sedemên girîng di nava civaka Alamnan de hene. A yekê, êrişên Nijadperestan, a dudu jî, hêza cihûyan di nava çapemeniya Ewropa de bi taybet jî li Almanya. Çimkî cihû jî naxwazin îslam li Almanya wek ola xiristiyan û ola cihûyan bêye pejirandin. Van herdu hêzan xwe gihandin hev û dawiya serokkomariya Christian Wulff anîn.