اخر الاخبار

Nameyek ji aliyê rêhevalê sehîdê nemir Mihemed Elî Xoce, ya derbarê kesayetiya wî de, her weha ji bo bîranîna 46`mîn salvegera koça dawi yê nimir Xoce, Dr. Xelîl Mihemed Ebdula, Nameyeke taybet arasteya yadkirina wî li bajarê Silêmaniyê kir û ji aliyê rojnamevan Hozan Xelîl Efrînî ve hate xwendin.

Ev jî deqa wê nameyê ye:

-----------------------------------------------------

Amadevanên hêja

Di serî de ez silav û rêzên xwe pêşkêş we hemuyan dikim.

Hevalê xebatkar û nîştimanperwer yê dilsoz Mihemed Elî Xoce.

Hevalê M.E. Xoce ji Kurdên Kurdistana Rojavayê bû, ew mamoste bû, di dibistanan de, zarok fêrî xwendinê dikir.

Destpêka naskirina me li dor sala 1950`î bû, di sala 1957`an de, xebata Kurdeyetî, siyasî û nîştimanî ne rêkûpêk bû, ne liserhevbû, bi şêwayekî civakî û komeleyetî bû.

Di havîna 1957`an de, piştî ku me û ew kesên ku bi Kurdeyetiyê ve mijûl dibûn hatin serhev û me Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye damezrand.

Hevalê birêz û bi rûmet M. E . Xoce, yek ji wan hevalên ku partî damezrandî bû.

Hevalê M. E. Xoce, hevalekî miletperwer bû, xebatkar bû, ti caran ji xebata partiyê nedima, çalak û jîr bû.

Di Sala 1958`an`de yekîtiya Sûriye û Misrê çêbû û bi çêbûna vê yekîtiyê re, ewreke reş û tarî hate ser Sûriye, jiyana demokratîk têkçû, zulm û zordarî û terorê dest pêkir û partiyên pêşverû ketine tengahiyê û jiyan û xebata veşartî.

Di sala 1959`an de, hevalê me M. E. Xoce derbasî Êraqê bû ew û mamoste Cegerxwîn gihîştin hev.

Piştî demekê di wa sale de, 1959`an, ez jî derbasî Êraqê bûm. Li piştî çend mehan, hevalê Beşîr Sebrî jî hate Êraqê, her weha em çar kes gihîştin hev.

Ji havîna 1959`an bo havîna 1961`an, em her çar bi hev re bûn û bi hev re dijyan.

Li Êraqê hevalê me, M. E. Xoce, di beşê Kurdî yê Radyoya Bexdadê de kar dikir, danûstandina me bi Partiya Demokrat a Kurdistana Êraqê re bû, roj bi roj rewşa siyasî ya Êraqê berve xerabiyê diçû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Êraqê, gelek şiyar bû, wî zanîbû ku karbidestên Êraqê, wê şerê wan bikin, lewra jî xwe amadekir û hêdî hêdî ji Bexdadê vekişiya Kurdistanê.

Di vê demê de, seydayê bavê Kurdan, Mistefa Barzanî li Moskoyê bû, li kongireya Partiya Komenîst ya Yekîtiya Soviyeta berê amade bû, piştî ku vegeriya bo Êraqê, em her sê kes ji bo şandina ji Rûsiye re qebûlkirin, ez û Beşîr Sebrî û Mihemed Elî Xoca bûn.

Lê Hevalê me Xoce, nexwest here Rûsiyeyê, ji ber ku temenê wî mezin bû û mal û zarokên wî li Sûriye bûn.

Her weha bi firmêskan me xatir ji hev xwest. Ew bi hevalên Êraqê re cû Kurdistanê û ez û Beşîr Sebrî, di 1961`an de, cûn Rûsiyeyê.

Piştî demeke ne dûr û dirêj şer li Kurdistanê dest pê kir û hevalê me Xoce bi dilgermî û mêrxasî kete nava ceng û şerî pîroz.
Şer gur bû, dijmin dirende bû, derbe li şoreş ê ket, enî û cebhe perccebûn.

Hevalê Xoce vegeriya Sûriye û rewşa tendirûstiya wî gelek ne baş bû, nexweşiya giran bû û piştî girtina wî ji aliyê rêjîma Sûriye ve, girantir bû û lê da zorê, pir dirêj nekir jiyanê pişta xwe dayê û Hevalê Xoce koça dawî kir.

Hevalê Xoce hevalekî heval bû, xebatkarekî berdewam bû, nîştimanperwerekî rasteqîne bû, jiyan û remanên wî tim bi welat û hevalan re girêdayî bû.

Hevalê Xoce wê her û her di bîr û baweriya me û hemû hevalên tekoşer de be û tevlî refên pakrewanên Kurd û Kurdistanê bû.

Dr. Xelîl Mihemed Ebdula

9-02-2012

Welatên Yekbûyî yên Emrîkayê

 

 

 

 

.facebook