اخر الاخبار

De bi bor

Êdî bese zor

Ey kesên çavsor

Qet dom nake zor

Ji nêzîk va ne ji dûr

Sadam jî dikir zor

We ew dît

Çewa ew çû gor

Baş bizan

Ey çavsor

Ev dunya bi dor

Kes namîn

Her tim li jor

Bi pirse ji pispor

Ji mêjda û ji dûr

Nîron û Fereon

 

Çewa dikirin zor

Îro man  warkor

Çiqas tu bibê rajor

wê dom nekê zor

Heger erd bibê sor

Ji xwîna gulên mor

Û dil bibê kînor

Her berê me li jor

Her tişt tê guhor

Bese zilim û zor

Ey kesên serşor

Bi qar ji zengilor

Berê xwe hildin jor

Bes xwe bavêj

Bext û tor

Çavê xwe vek

Êdî nemîn kor

Mirî radibin ji gor

Tu her mayî qor

De tu hilkiş jor

Îro hatiye dor

Kesên wek vanqor

Bi pêçin wek bor

Bavêjin xabûr

Bila herin dûr

Hevra çêkin

 Yek destûr

Bi hevra

Bikin mohr

Êdî bese zor

Berdêl

pispor : şehreza

rajor : desthilatdar

Mor : gula binevşî

kînor ; kunêr

serşor sernizim

vanqor : berazê kûvî

21-02-2012

F Yakoub

 

.facebook